Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kiryarên hovaneyên rêjîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê berdewam in

12:22 - 18 Îlon 2024

Rêjîma Îranê li bajarê Dîwanderê de 4 welatî binçav kirin û li bajarê Sinê de jî plompkirina dukan û bazarên xelkê ji aliyê rêjîmê ve berdewam e.

Hêzên hov ên ewlehî yên rêjîmê li bajarê Dîwanderê, li roja Duşemî 26ê Xermananê “Amanc Ehmedî û Pûya ku nasnavê wî nehatiye zanîn” ên xelkê gundê “Reşîdawa”yê û li roja Sêşemî 27ê Xermananê “Selah Fethî û Manî Mihemedî” yên xelkê gundê “Torêzxatûn”ê yên ser bi bajarê Dîwanderê, binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Heta niha ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan welatiyên Kurd û cihê ragirtina wan, li ber dest nîne.

Herwisa li berdewamiya binpêkirina mafê mirov ji aliyê rêjîmê, çendîn dukan û bazarên xelkê bajarê Sinê bi sedema beşdariya wan li mangirtina giştî ya duyemîn salvegera şehîdkirina “Jînay”yê, plomp kirine û pêka rapora Hengawê, her li roja Duşemî 26ê Xermananê de zêdetir ji 15 dukan û bazarên xelkê hatine plompkirin.

Rêjîma Îranê li hember îradeya xelkê Kurdistanê hem li mangirtina giştî û hem li birêveçona çalakiyên teblîxî li 32emîn salvegera “Şehîdên Mîkonosê” rastî şikesteke mezin hat.