Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kabîneya “Joe Biden” heta niha, 500 kes û navendên rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan zêde kirine

12:25 - 18 Îlon 2024

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku li doreya serkomariya “Joe Biden” de ji aliyê kabîneya wî ve heta niha zêdetir ji 500 kes û navendên ser bi rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan zêde kirine.

“Matthew Miller” ê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku li heyama serkomariya “Joe Biden” de ji aliyê kabîneya wî we zêdetir ji 500 kes û navendên ser bi rêjîma Îranê li listê dorpêçên bo ser rêjîma Îranê, zêde kirine.

Herwisa navbirî got: “bi tenê li çend heftiyên derbasbûyî de me çendîn kes û navendên ser bi rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan zêde kirine.

“Matthew Miller” tevî îşarekirin bi vê yekê ku pitira wan dorpêçan bi sedema binpêkirina mafê mirov bûne, li derheq birêveneçona “Yasaya Jîna” li Amerîkayê de got: “Em hêj mijûlê lêkolîn li vê derheqê de ne û hewcehî bi demeke zêdetir heye û hewce ye ku kêmek sebrê bikin”.