Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara kuştî û birîndarên teqîna alavên Hizbullahê her jêhlel diçe

11:33 - 19 Îlon 2024

Li teqînên cara duyê ya alavên elektronîkî yên Hizbullahê de zêdetir ji 14 kuştî û zêdetir ji 450 birîndar li pey xwe anî ku piraniya wan kesên ser bi hizbullahê ne.

Roja Çarşemî 28ê Xermananê, wezareta tendirustî ya Lubnanê ragihand ku li gera duyem a teqîna alavên elekrtonîkî yên Hizbullahê de zêdetir ji 14 kuştî û zêdetir ji 450 birîndar li pey xwe anî ku piraniya wan kesên ser bi Hizbullahê ne û alavên teqiya yên vê carê digel cara pêştir cuda ne. Roja pêştir jî bi sedema teqîna alavên pêycêr, zêdetir ji 12 kes hatibûne kuştin û zêdetir ji 3 hezar kesî jî hatibûne birîndarkirin.

Pêka rapora Ruytersê, hejmarek ji curên bêsîmên cura “V82” jî li vê teqînê de teqiyane, herwisa hejmarek ji batiriyên lîtiyomî yên li alavên Hizbullahê û herwisa kamêrayên taybet ên mûşekên “Kornêt” ên Hizbullahê jî teqiyane.

Nûçegihaniya “Elerebiye” daye zanîn ku çendîn teqînên hevşêwe li binkeyên Heşda Şeibî li parêzgeha Mûsilê de teqiyane lê îşare bi kuştî an birîndaran nehatiye kirin.

Pêka raporên belavbûyî 10an kes ji wan birîndaran bo Îranê hatine veguhastin.

Pêka dawi amaraên belavbûyî, bi sedema mirina hejmareke din ji birîndaran\ rêjeya kuştiyên li teqîna duyem a alavên Hizbullahê, gihîştiye 20 kesan û renge ew amar hêj zêdetir bibe