Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 13 berpirsên rêjîma Îranê xistne nava lîstê dorpêçê

11:36 - 19 Îlon 2024

Amerîkayê cihgirê wezîrê Îtilaata rêjîmê û 11 perpirsên leşkerî yên rêjîma Îranê xistne nava lîstê dorpêçên li ser rêjîma îslamiya Îranê.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihand ku “Yehya Husêynî Pencekî” yê cihgirê ewlehiya navxweyî ya wezareta îtilaata rêjîmê û 11 fermnandeyên spaha pasdaran a terorîstî û ewlehî yên rêjîma Îranê li lîstê nû yên dorpêçan zêde kirine.

“Yehya Husênî Pencekî” bi zêdenavê “Yehya Hemîdî” ku binavê qesabê “Helebê” jî tê naskirin li lîstê nû yê dorpêçan hatiye zêdekirin, ew terorîst hevkarê terorîstê navnetewî qasim silêmanî bûye li çêkirina hemû fitne û aloziyên li Suriye û Lubnaêl de û herwisa berpirsê veguhastina çekan bo milîsên Hemasê û milîsên din ên Felestînî ye.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, “Hemîd Xuremdil” ê fermandeyê spaha Fetih li parêzgeha Kohgîlûye û Boyêr Ehmed, “Mistefa Bizwend” ê fermandeyê spah û besîcan li bajarê Babolserê, “Elî Melekşahkûhî” ê fermandeyê spahê li parêzgeha Gulistan, “Seîd Bêhêştîrad” ê cihgirê hevahengiya spaha “Nebî Ekrem” li Kirmaşanê, “Elî Ebdî” ê birêveberê giştî yê girtîgehên rêjîmê li Xurasanê, “Elîriza Babanî Fersanî” yê birêveberê giştî yê girtîgehên rêjîmê li parêzgeha “Îsfehanê”, “Ehmedriza Azade” berpirsê girtîgeha “Sipîdar” a rêjîmê, “Xulamriza Roşen” ê birêveberê giştî yê girtîgehên rêjîmê li parêzgeha Xuzistanê, “Cewad Xefardedî” yê berpirsê operasiyonên taybet ên îtilaata rêjîmê û “Hemîdriza Cosengî” endamê spaha quds a spaha pasdaran a terorîst li lîstê dorpêçan zêde kirin.