Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma îranê xwendekarek û Rojnamevanek li Kurdistanê binçav kirin

11:44 - 19 Îlon 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Dêwulanê de xwendekarekî Kurd ê zanîngeha Kurdistanê bi awayekî tundûtîj binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka rapora “Hengaw”ê hêzên îtilaata rêjîmê li demjimêr 4ê sibêdeha roja Çarşemî 28ê Xermananê, li bajarê “Bilwanawa”ê ser bi bajarê “Dêwulan”ê, bê belgeya yasayî êrîş kirine ser mala xwendekarekî Kurd ê zanîngeha Kurdistanê yê bi navê “Sîna Mihemedî” û bi tundûtîjiyeke hovane û lêdanê ew binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

“Sîna Mihemedî” yê temen 24 salî, xwendekarê beşa komelnasî li zanîngeha Kurdistan li bajarê Sinê ye.

Herwisa birêveberê kanala têlêgramiya “Seqiz Rûdaw” û endamê Federasiyona navnetewî ya rojnamevana “Ferdîn Mistefayî” li roja Çarşemî 28ê Xermananê de bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Seqizê de binçav kirine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan du welatiyên Kurd de ti zanyariyek li ber dest nîne