Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava gola Urmiyê careke din diçike

11:46 - 19 Îlon 2024

Tevî barîna baranan û berdana avê ji bendavên wek Kanîsêvê, ava gola Urmiyê careke din çik dibe û toza xwê careke din bi sedema rabûna ba û bagerê, bûye gef li ser jiyana sirûşt û mirovan li derdora vê golê.

Pêka rapora rojnameya “Ê`itimad” a ser bi rojîma Îranê, piştî zêdebûna avê li gola Urmiyê careke din ava vê golê berbi kêmbûnê û çikyanê ve diçe û tendirustiya çendin milyon kes li deverê kevtiye ber metirsiye ku ew yeka kirza jîngehê li deverê de dijwartir dike û jiyan û tendirustiya zêdetir ji 5 milyon kesî xistiye ber metirsyê.

Rêjîma Îranê bi zanebûn ava vê golê çik kiriye û bi çêkirina bendavan û pira kelanterî li nav vê golê û xitimandina çavkaniyên binerd ên li nav vê golê û herwisa lêdana bîrên avê li derdora vê golê, ji çend salan berî niha ve weke siyaseta çikkirina gola Urmiyê bi rê ve biriye.

Çikbûna ava gola Urmiyê jiyana kuvî û sirûşta deverê jî xistine ber gefa jinavçonê û xisarên bêveger bo werzêran li pey xwe tîne.