Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiye û rêjîma Îranê dê girêbesteke nû wajo bikin

12:22 - 3 Îlon 2024

Wezîrê Derve yê Rûsiyê ragihand ku mijûlê darêtina girêbesteke hemûalî digel rêjîma Îranê ye û li demeke nêz de ew girêbest dê li navbera Rûsiye û rêjîma Îranê de bê wajokirin.

Roja Duşemî 12ê Xermananê, Wezîrê Derve yê Rûsiyê “Sêrgêy Lavrof” li civînekê de bi beşdariya mammosta û xwendekarên zanîngeha Pêywendiyên navnetewî ya bajarê Moskoyê de got: “Li paşerojeke gelek nêzîk de pêşnivîsa girêbesta nû ya hevkaiya tevav li navbera Îran û Rûsiyê dê tevav bikim û ew girêbest pêngavek bo nîşandana pêywendiya Rûsiyê digel serkomarê nû yê rêjîma Îranê ye.

Herwisa navbirî bi tekezî ragihand ku pêywendiya li navbera rêjîma Îranê û Rûsiyê bi lezgînî berfirehtir dibe û hejmareke zêde ji bername û projeyên 2 alî bi rê ve diçin.

Pêka rapora nûçegihaniya “Blûmberg”ê, rêjîma Îranê li çend rojên bê de, dê mûşekên balîstîkî yên hewce bo şer digel Ukraynê, bo Rûsiyê bişîne.

Li halekê de ku rêjîma Îranê bi berdewamî dironên hewce bo kuştina xelkê Ukraynê bo Rûsiyê dişîne, ew kiryara rêjîma Îranê renge guherînên metirsîdar li navbera Ukrayn û Rûsiyê de biqewimîne.