Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li 28ê Xermananê, çendîn kombûnên nerizayteî li Îranê de bi rê ve çon

11:53 - 19 Îlon 2024

Hejmarek ji kedkarên yeke û enbarên petrokîmiya, pêşkirên xaniyan ên meskenê millî,  li 3 bajarên Îranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Çarşemî 28ê Xermananê, Hejmarek ji kedkarên yeke û enbarên petrokîmiya li bajarê Mahşehrê de li derheq cîbicînekirina guherîna rewşa kedkaran hevşêweyên kompaniyên cîran, nedana karta neftê, kêmkirina padaşên kar, birêvenebirina kertbendî ya karên personelên girêbestkar û pirsgirêkên berdewam li nedana bîmeya cîvakî, sêyemîn roja nerizayetiya xwe li rûberûyê bînaya vê şirketê, berdewam kirin.

Herwisa pêşkiriên xaniyên meskenê millî ya wawan li derheq nedana erdê bi wan û pêrenegihîştin bi daxwaziyên xwe, li rûberûyê bînaya wezareta rê û bajarsaziya rêjîmê li bajarê Têhranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa beşeke din ji pêşkirinê xaniyên “meskenê millî” li bajarê Kirmanê de jî roja pêştir li rûberûyê bînaya parzgariya rêjîmê li bajarê Kirmanê, daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe ên wek dana xaniyên wan ku piştî derbasbûna 5 salan hêj nedane wan, nerizayetiya xwe dane xuya.