Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên rêjîmê bo ser mabatên şehîdên şoreşa Jînayê zêdetir bûne

11:59 - 19 Îlon 2024

Li berdewamiya givaşên rêjîma Îranê û navendên serkutker bo ser malbatên şehîdan ên şoreşa Jînayê li Kurdistanê, vê carê li bajarê Urmiyê de malbatên şehîdan rastî givaşeke zêde hatine û rêjîmê azara wan daye.

Pêka rapora gihîştî bi Navenda Nûçeyan a Ragihandina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, rêjîma Îranê li berdewamiya givaşên xwe bi ser malbatên şehîdanên şoreşa Jînayê, li bajarê Urmiyê de givaşên zêdetir xistine ser malbatên şehîdan.

Pêka zanyariyan, îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê, pêwendî digel hejmareke zêde ji xizim û kesûkarên malbatên şehîdan ên şoreşa Jînayê anku Şehîd “Fercad Derwîşî, Daniş Rehnema û Ebdulla Mehmûdpûr” ve girtine û givaş xistine ser wan ku nabe li rêûresma salvegera wan şehîdane de beşdariyê bikin.

Îtilaata rêjîmê bi wan kesan ragihandiye ku li egera beşdarîkirina wan li wan rêûresman de, dê rastî berteknîşandaneke dijwar bibin.

Li rojên 29 û 30ê Xermanana 1401 a rojî, li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de, Fercad Derwîşî, Daniş Rehnima û Ebdulla Mehmûdpûr” ên xelkê gundê Baloyê bi teqeya rasterast a hêzên îtilaata rêjîmê hatine şehîdkirin.