Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê hevwelatiyekî Belûç li 29ê Xermananê de bidar vekir

12:03 - 19 Îlon 2024

Rêjîma Îranê hewelatiyekî Belûç ê xelkê bajarê Zabolê li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Yezdê de bidar vekir.

Sibêdeha roja Pêncşemî 29ê Xermananê, hevwelatiyekî Belûç ê bi navê “Menan Berahûyî” naskirî bi “Nesîm Naroyî”,  yê temen 50 salî û xelkê bajarê Zabolê, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Yezdê de hate bidarvekirin.

Pêka raporên belavbûyî “Menan Berahûyî” bavê çend zarokan e û pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, ji aliyê dezgeha dad a rêjîmê ve, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Rêjîma Îranê bi awayekî dur ji mirovahiyê, li sepandina sizaya bidarvekirin û herwisa cîbicîkirina wan sizayên sepandî, berdewam e û li wan çend heyvên dawiyê de rêjeya sepandina sizayên giran bi taybet sizaya bidarvekirinê û herwisa cîbicîkirina wan sizayan li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de hem lezgîntir û hem zêdetir kirine.