Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li devedevê kuştina bi kom a xelkê Zahidanê, li rewşa amadebaşiyê de ye

11:43 - 21 Îlon 2024

Berpirsên rêjîma Îranê li devedevê salvegera kuştina bi kom a xelkê zahidanê “ Îna bixwîn”  fermana amadebaşiyê dane hêzên xwe yên leşkerî û ewlehî bi taybet li bajarê Zahidanê.

Pêka rapora “Resedê Belûçistanê” berpirsên leşkerî û ewlehî yên rêjîma Îranê li devedevê salvegera kuştina bi kom a xelkê Zahidanê, fermana amadebaşiyê dane hêzên xwe yên serkutker û hov ên leşkerî û dijemirov ên ewlehî li bajarên Belûçistanê, bi taybet li bajarê Zahidanê de.

Vê çavkaniya Belûç daye zanîn ku rêjîma Îranê li tirsê serhildana xelkê Belûç li salvegera vê cinayeta rêjîmê de ew ferana daye hêzên ewlehî û leşkerî xwe.

Li 8ê Rezbera sala 1401 a Rojî de nimêjkerên Belûç piştî nimêja Înê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq destdirêjiya fermandeyekî hêza serkutker a întizamî li bajarê Çabiharê bo ser keçeke nûgihan, kombûna nerizayetiyê lidarxistibûn ku hêza çekdare rêjîmê bi teqekirin li vê kombûna hêminane, sedan kes kuştin an birîndar kirin.