Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema bûyerên hatinûçonê pitir ji 10 kesan canê xwe ji dest da

11:47 - 21 Îlon 2024

Li rêya Mihabad- Urmiyê de bûyereke hatinûçonê qewimî û 7 kesan canê xwe ji dest daye û herwisa liriya bajarê Urmiye – Selmasê jî 4 kesan canê xwe ji dest dan, herwisa  li devera Urmiyê traktorek bi sedema teqîna mînê xisar pêketiye.

Pêka raporên belavbûyî, li encama bûyera hatinûçonê de li navera maşîneke tirêylî û çend maşînan de li ser riya Mihabadê, pêka zaniyariyan heta niha 7 kesan canê xwe ji dest daye ku 5 ji wan mêr û 2 ji wan jin bûne û herwisa rewşa birînaderkê ku li nexweşxaneya bajarê Mihabadê hatiye razandinê, gelek dijwar hatiye ragihandin.

Pêka raporan li nav kesên canjidestdayî de keçeke 7 salî û du nugihanên temen 16 û 17 salî jî hebûne.

Herwisa li ser riya Urmiye bo Saelmasê jî bi sedema li hevkeftina 2 maşînên curê siwarî, 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Tund hajotin, xirabiya kowalêta maşînên berhemê navxwe yên Îranê, xirabiya rêkan, sedemê qewimîna wan hemî bûyeranin ku mixabin rojane xelk dibe qurbanî.

Herwisa li gundê “Kanîşirik”ê, ser bi devera “Biradost” a bajarê Urmiyê de traktora welatiyekî li ser mîneke paşmayî re derbasbû ku li encam de tekera traktorê ji nav çoye lê ti derbeyek ajotvanê wê nekevtiye.

li Îranê de zêdetir ji 42 hezar hiktar meydanên mînên paşmayî yên şerê Îran û Îraqê hene û rêjîma Îranê ji sala 1360 a rojî ve, li Rojhilatê Kurdistanê de dest bi danîna mînên zêdetir kiriye û heta niha jî berdewam e.