Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Ceyşuledil, îdiayeke rêjîma Îranê bi çewt derxist

12:24 - 3 Îlon 2024

Rêjîma Îranê 2 rojan berî niha îdia kiribû ku endamekî saziya Ceyçuledil li bajarê “Pîşîn”ê de binçav kirine lê Saziya Ceyşuledil bi belavkirina daxuyaniyekê, ew îdiaya rêjîmê bi çewt derxist.

Saziya Ceyşuledil bi belavkirina daxuyanuiytekê ragihand: “Ti endamekî vê saziyê li bajarê “Pêşîn”ê de nehatine binçavkirin û îdiaya rêjîmê li vê derheqê de bi tevavî çewt e û rêjîma Îranê bi qasekê bêçare bûye ku bo perdepoşkirina neşiyana xwe li hember şoreşvanên Belûç, dest avêtiye belavkirina nûçeyên çewt”.

Rêjîma Îranê li 10ê Xermanê de bi belavkirina daxuyaniuyekê îdia kiribû ku endamekî saziya Ceyşuledil li bajarê Pîşîn de binçav kirine.

Herwisa pêka dawî raporên li bajarê Teftanê 2 kes ji kirêgirtiyên xwecihî yên ser bi îtilaata spaha pasdaran a terorîst, kevtine ber kerb û kîna çekdarên nenaskirî û bi maşînê ve ew dane ber gulleyan ku yek ji wan yê bi navê “Momtaz Şîrzêyî” bi nasnavê “Muhsin Şebexş” hatiye kuştin û bi kirêgirtiyekî din jî bi dijwarî hatiye birîndarkirin ku rewşa wî li nexweşxaneyê de bi nebaş hatiye ragihandin.

Rêjîma Îranê roj bi roj cinayetên xwe li Belûçistanê de zêdetir dike û li hember de xelkê Belûç, bi kirêgirtiyan û hêzên rêjîmê dikin armanc.