Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya çalakiyên berfirehe teblîxî li balo ya Urmiyê

11:50 - 21 Îlon 2024

Li bajarokê  Balo ya Urmiyê çalakiyên berfirehe teblîxî li derheq salvegera şehîdên şoreşa Jînayê  ji aliyê endam û alîgirên hizba Dêmokrat birêveçûn

Duh roja Înê 30ê Xermamanê li dûyemîn salvegera şehîdên şoreşa Jînayê, Şehîd Fercad Derwîşî, Daniş Rehnema û Ebdulla Mehmûdpûr şehîdên şoreşa Jin Jiyan Azadî çalakiyên berfireh bi armanca bîranîn û peyman nûkirina digel şehîdan, li bajarokê baloya Urmiyê ji aliyê rêvîngên rastîne hizba Dêmokrat birêve çûn.

Endam û alîgirên hizba dêmokrat tevî nivîsîna dirûşm û danîna alaya Kurdistanê liser tirba şehîdan peyman û emegnasiya xwe li derheq şehîdan dane xûya û amadehiya bo her erkekî hizbî dane xûya.

Li rojên 29 û 30ê Xermanana 1401 a rojî, li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de, Fercad Derwîşî, Daniş Rehnima û Ebdulla Mehmûdpûr” ên xelkê bajarokê Baloyê bi teqeya rasterast a hêzên îtilaata rêjîmê hatine şehîdkirin.