Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî birîndar, piştî 18 heyvan canê xwe ji dest da

12:01 - 21 Îlon 2024

Kolberekî xelkê bajarê Pawê ku li encama teqeya hêzên hov ên rêjîma Îranê li sînorê bajarê Newsûdê de bi dijwarî birîndar bibî û ji navtengê ve seqet bibû, bi sedema çaresernebûna birînan canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ajansa “Kurdpa”yê roja Înê 30ê Xermananê, kolberekî birîndar ê bi navê “Ferdîn Rostemnijad” ê xelkê gundê “Şimşîr”ê ser bi bajarê Pawê ku li encama teqeya hêzên hov ên rêjîma Îranê li sînorê bajarê Newsûdê de bi dijwarî birîndar bibî û ji navtengê ve seqet bibû, bi sedema çaresernebûna birînan canê xwe ji dest da.

“Ferdîn Rostemnijad”, li 8ê Reşemeya 1401 a Rojî li dema kolberiyê de rastî teqeya rasterast a hêzên hov ên henga sînorî li devera “Kêleber”ê ser bi bajarê Newsûdê hat û zikê wî bi gelek dijwarî birîndar bibû û benda maziye pişta wî qetiya bû û ji navtengê ve seqet bibû.

“Ferdîn Rostemnijad” ê temen 35 salî, bavê keçeke biçûk a bi navê “Perya” ye, û 2 kesên din ên malbata wî jî li dema kolberiyê de li heyama 2 salên derbasbûyî de birîndar bûne.