Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê, welatiyekî xelkê bajarê Mihabadê binçav kir

12:03 - 21 Îlon 2024

Îtilaata rêjîmê, welatiyekî xelkê Mihabadê ku pêştir ji girtîgehên rêjîmê hatibû azadkirinê, careke din binçav kir û bo ciheke nexuay veguhast.

Pêka rapora “Çaw News”ê, sibêdeha roja Înê 30ê Xermananê, welatiyekî xelkê gundê “Lic”ê ser bi bajarê Mihabadê yê bi navê “Tahir Ketanî” binçav kirin, navbirî li 25ê Pûşpera 1401 a Rojî, heyama 9 heyvan li girtîgehên rêjîmê de hatibû ragirtin û piştre bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Heta niha ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Herwisa sizaya bidarvekirina girtiyekî, siyasiyê Kurd ê bi navê “Hatem Ozdemir”, li dadgeha bilind a rêjîma Îranê de hate erêkirin.

Navbirî li 11ê Pûşpera 1398 a Rojî li dema kevtina nav boseyeke hêzên spaha pasdaran a terorîst li sînorê devera Çalidranê, bi sedema teqîna gulleyên topan bêhiş bibû û hatibû girtinê û li girtîgehên rêjîmê yên wek îtilaata spaha pasdaran a terorîst de kevtibû ber lêpirsînan û piştre dadgeha rêjîmê bi tohmeta “Bexî” sizayê bidarvekirin bi serde sepand û ew sizaya li dadgeha bilind a rêjîmê, hatiye erêkirin.