Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê zêdetir ji hezar rakêtên Hizbullahê teqandin

12:08 - 21 Îlon 2024

Artêşa Îsraîl zêdetir ji hezar rakêtên Hizbullahê ku bo avêtin bo ser axa Îsraîlê hatibûne amadekirinê, teqandine û hevdem zêpdetir ji 100 lançêrên avêtina wan rakêtan jî kirine armanc û ji nav birine.

Artêşa Îsreaîl ragihand ku li êrîşa esmanî bo ser binkeyên Hizbullahê û cihê avêtina rakêtan, zêdetir ji 100 lançêrên avêtina rakêtan û zêdetir ji hezar rakêtên ku amadeyê avêtin bo ser Îsraîlê bûne, kirine armanc û teqandine.

Pêka ragihandinên Lubnanî, ew operasiyona li başûrê Lubnanê bo ser Hizbullahê li zêdetir ji 50 êrîşan de ji demjimêr 9ê şevê heta 11ê şevê bi dema Bêyrûtê, hatine kirin.

Li vê derheqê de nûçegihaniuya “Reuters”ê tevî îşarekirin bi wan êrîşan daye zanîn ku heta niha ti amarek ji kuştî an birîndarên wan êrîşan hêj nehatine belavkirin.

Îsraîlê li derheq wan êrîşan ragihandiye ku ew beşek ji bernameya Îsraîl bo cihgîrkirina aramî û ewlehî li bakûrê Îsraîlê hatiye kirin û Îsraîlê biryar daye ku piştî cihgîrbûna vê aramiyê xelkê wan deveran bo wan deveran vegerîne.