Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî Hizbullahê li îrîşa Îsraîlê bo ser Byrûtê de hate kuştin

12:12 - 21 Îlon 2024

Tertorîstekî Hizbullahê ku Amerîkayê xelateke 7 milyon dolarî bo peydakirina wî diyarî kiribû, li êrîşa esmaniya Îsraîlê de hate kuştin.

Li êrîşa esmanî ya hêza esmaniya Îsraîl de li devera “Zahiye” ya bajarê “Bêyrût”ê de “Îbrahîm Eqîl” ê fermandeyê operasiyonên Hizbullahê ku hevdem fermandeyê yekeya Rizwan bûye û herwisa kesekî din ê fermnandeyê terha “Fethul Celîl” hatiye kuştin, Amerîkayê bo peydakirina zanyariyên li derheq wî milîsê ser bi rêjîma Îranê xelateke 7 milyon Dolarî diyarî kiribû.

Navbirî bi sedema rola wî li danîna bomb li sala 1983 li balyozxaneya Amerîka û binkeya çekdarên deryayî yên Amerîkayê kevtibû lîstê reş ê lipeyketinên Amerîkayê.

Herwisa ew milîsê ser bi rêjîma Îranê, darêjerê pîlana bi barimtegirtina Amerîkayî û Almaniyan li dehika 1980 li Lubnanê de bûye.

Li vê êrîşê de çend berpirsên Hizbullahê jî hatine kuştin ku nasnameya wan hêj nehatine belavkirin.