Berpirsên milîsên ser bi rêjîm Îranê daxwaz ji endamên xwe kirine ku alavên pêwndîgirtinê bi kar neyînin
Pêka raporên xwecihî, fermandeyên milîsên ser bi rêjîma Îranê ferman dane yekeyên xwe yên li deverên Îraq, Sûriye û Lubnanê ku bo parastina xwe, alavên pêwendîgirtinê bi kar neyînin.
Pêka raporên belavbûyî, fermandeyên mîlîsên ser bi rêjîma Îranê bi endamên xwe ragihandine ku bikaranîna alavên pêwendîgirtinê qedexe ye û nabe li deverên li navbera Îraqê, Sûriye û Lubnanê li maşînên leşkerî û binkeyên xwe de wan alavên pêwendîgirtinê bikar bînin.
Ew biryara, piştî teqîna alavên pêwendîgirtinê yên Hizbullahê hatiye dan û ew alav li kuştin an birîndarkirin an seqtkirina fermande, milîs û kesên pêwendîdar bi Hizbullahê de hatine bikaranîn.
Heta niha bi serastî nehatiye zanîn ku ew alav li çi cihekê de bi wî awayî hatine çêkirin ku şiyana teqînê hebin.