Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kangeheke rejûyê li Xurasanê bi ser 69 kedkarî de herifî

11:04 - 22 Îlon 2024

Li encama teqîna gaza li kangeheke Rejûyê de li bajarê Tebesê ser bi parêzgeha Xurasanê, kangeh herifî û ji qedera dehan kedkarên li vê kangehê de ti zanyariyek li ber dest nîne.

Pêka zaniyariyên belavbûyî, roja Şemî 31ê Xermananê li demjimêr 9ê Şevê de bi sedema teqîna gaza kangeha Rejûyê a 2 tûnelên kankeha “Me`idencû” li bajarê Tebesê ser bi parêzgeha Xurasanê, kangeh bi ser 69 kedkarî ku li wir de mijûlê kar bûne, herifiye û heta niha termê 19 kedkaran hatiye peydakirin û heta niha qedera kedkarên din nexuya ye.

Herwisa hatiye ragihandin ku ew teqîn li tûnelên “B û C” de kûrahiya kangehê de qewimiye û egera zêdebûna kuştiyan li herifîna vê kangehê de zêde ye.

Nebûna alavên hewce yên ewlehiya kedkaran li kangehan, sedema bingehîn a teqîn an herifîna kangehan li Îranê de ye û birêveberê kangehan bi sedema xemsarî û giringînedan bi canê kedkaran, alavên hewce bo walakirina gazê li kangehên xelûz de gelek bi kêmî bi kar tînin ku ew yek li kangeha “Me`idencû”yê de bi rohnî tê dîtin ku pengurîna qazê, ew bûyer qewimandiye.