Rabûna lehiyê li devera Biradost û Kinarberoj girêdayiyê bajarê Urmiyê de bûye sedema jinavçona beşek ji erdê werzêriya xelkê û herwisa pirên du gunadan ji nav çone.
Pêka raporên xwecihî, bi sedema barîna baraneke zêde li deverên “Soma, Biradost û Kiraberoj” de lehiyeke bihêz rabûye ku li devra “Biradost”ê de tevî xisagihandin bi erdên werzêrî yên xelkê gundê “Asîngiran” pira wî gundî jî jinav biriye.
Herwisa vê lehiyê nêzî gundê “Asingiran” de li gundê “Mîrdawîd” ser bi devera “Kinarberoj” de xisar bi zewiyên werzêrî yên xelkê gihandiye û pira wî gundî jî bi sedema lehiyê ji nav çoye.
Gundên “Asingiran û Mîrdawîd” li kûrahiya geliyê Mîrdawûd de cih girtine ku li pitira salan de bi sedema rabûna lehiyê rastî xisarên malî tên û erdên wan ên qiraxê çem, zêdetir ji deverên din xisar pêdikeve.
Rêjîma Îrane heta niha ne pirên bi wec bo wan gundiyan çêkirine û ne ti beranmeyeke serast bo kêmkirina xisarên li encama lehiyê li geliyê Mîrdawîd de heye.