Artêşa Îsraîl li deverên Başûrê rojhilatê Lubnanê de li çendîn deveran de binke û enbarên mezin ên cebilxaneya Hizbullahê kirine armanc.
Pêka rapora “El-Erebiye” roja Şemî 31ê Xermananê, li demjimêrên şevê de, balafirên Artêşa îsraîl “Cebel El-Rêyhan”ê û bajarêkên “Tiffahta û Albîsariye”yê li başûrê rojhilatê Luybnanê de bombebaran kirine û pêka raporên belavbûyî, binke û enbarên mezin ên cebilxaneya Hizbullahê li wan deveran de hatine teqandin.
Pêka girte vîdyoyên belavbûyî teqîna yek ji wan enbarên cebilxaneyê bi qasekî mezin bûye ku li deverên derdor de bilindbûna alavên teqîna wan cebilxaneyan hatiye dîtin.
Herwisa ragihandinên Îsraîlî ragihandine ku Îsraîl li benda êrîşên rakêtî û dironiyên Hizbullahê ye ku renge li bersiva kuştina perpirsên Hizbullahê li êrîşa roja Înê de bide ku 16 berpirsên payebilind ên Hizbullahê hatine kuştin.
Li vê derheqê de Wezîrê Wize û Ava Lubnanê li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “BBC”yê de ragihand: “Kombûna fermandeyên Hizbullahê li bînayeke niştecîbûna xelkê medenî de hatibû birêvebirin ku cihê mana jin û zokan bûye, û rewşa Lubnanê niha gelek dijwar e”.