Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birayê şehîd “Fercad Derwîşî” bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê hate veguhastin

11:09 - 22 Îlon 2024

Birayê Şehîd “Fercad Derwîşî” yê bi navê “Seyad Derwîşî” ku pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê ve 8 heyv girtîgeh bi ser de hatibû sepandin, bo girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Pêka rapora “Kurdpa”yê, li heyama çend rojên derbasbûyî de “Seyad Derwîşî” birayê şehîd “Fercad Derwîşî” yê şehîdê tevgera “Jîna”yê piştî banghêjkirin bo beşa cîbicîkirina sizayên sepandî ya dadgeha giştî û înqilaba rêjîmê li bajarê Urmiyê, bi armanca cîbicîkirina sizaya sepandî, bo girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê, hate veguhastin.

“Seyad Derwîşî” pêştir ji aliyê dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Urmiyê, bi tohmeta “propaganda li dijî nizam” 8 heyv girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

Li roja Yekşemî 10ê Befranbara 1402 a Rojî, “Seyad Derwîşî” piştî 2 heyv ragirtin li girtîgehê, bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayê demkî ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.

“Seyad” heyamê nêz 2 heyvan li odeyên takekesî yên girtîgehên îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê de bi dijwarî hatibû îşkencekirin û kevtibû ber lêpirsîn û lêpêçînan.

Navbirî li heyama binçavkirinê de li mafê destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatê, hatibû bêparkirin.

Hêzên hov ên rêjîmê li heyva Xezelwera sala 1402, bê belgeya yasayî “Seyad Derwîşî” li şeqameke bajarê Urmiyê de binçav kiribûn û bo girtîgeha îtilaata rêjîmê li wî bajarî, veguhastubûn.

Li pêvajoya tevgera “Jîna”yê de, roja Sêşemî 29ê Xermanana 1401 a Rojî şehîd “Fercad Derwîşî” yê xelkê gundê Baloyê li temenê 23 saliyê de li şehreka Welîesra bajarê Urmiyê, li encama teqeya rasterast a hêzên tepeserker ên rêjîma Îranê, hate şehîdkirin.