Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sendîkaya Mamostayên Kurdistana Îranê li demsala nû ya xwendinê de peyamek belav kir

12:00 - 22 Îlon 2024

Li demsala nû ya xwendinê, Sendîkaya Mamostayên Kurdistana Îranê peyamek rû bi welatiyan, dilsozên pirsa perwerde li Kurdistanê û mamosta û xwendevanan belav kirin.

Li 31ê Xermanan 1403 a Rojî de Sendîkaya Mamostayên Kurdistana Îranê bi belavkirina peyamekê rû bi welatiyan, dilsozên pirsa perwerde li Kurdistanê, mamosta û xwendevanan ragihand ku wa hizir dikin ku demsala nû ya xwendin li Îsal de cuda ji salên pêştir ên xwendinê be û hemaseya xelkê Kurdistanê li 25ê Xermanana îsal de da xuya ku serhildana “Jîna”yê li duyemîn salvegera xwe, bi reng û bêhneke din dê serî hilde.

Herwisa li vê peyamê de Sendîkaya Mamostayên Kurdistana Îranê tevî piştevanîkirina hemûalî li şoreşa “Jîna”yê, vebûna xwendingehan û destpêkirina demsala nû ya xwendinê li hemû aliyekê pîroz kirin û ragihandin ku hivî dikin, bi qahîmkirina refên xwe digel hemû çîn û qatên cuda ên mafxwazên din ên Kurdistanê, ji xweziyên xwe nêzîk bibin.

Herwisa li vê peyamê de hatiye: “Em hivî dikin ew roj bê ku hemû li civakek azad û bextewer de li dora hev kom bibin û bi serbilindî, sirûda “xudaya tu welat avedan bike” bistirînin.