Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara canjidestdana kedkarên kangeha “Meidencûyan” gihîşte 52 kesan

11:45 - 23 Îlon 2024

Bi sedema pengurîna gaza mêtan û teqîna vê û herwisa nemana hewa li kangeha rijî ya kangeha “Meidencûyan” a bajarê Tebesê li başûrê Xurasanê, heta niha termê 52 kesan hatine peydanirin.

Pêka dawî raporên belavbûyî, li bûyera herifîna kangeha rijî li kûrahiya 500 metriyê li kangeha “meidencûyan” a bajarê Tebesê li başûrê Xurasanê, heta niha termê 52 kedkarî ji vê kangehê hatine derxistin û 17 kedkar jî rastî derbeyan hatine.

Pêka rapora karnasan, sedema teqîna vê kangehê, pengurîna gaza mêtan bûye ku tevî fetisandina kedkaran bûye sedema teqîneke mezin û agireke bi gur li tûnelên “B û C”  ku beşke wan tûnelan bi sedema agir û givaşa teqînê bi ser kedkaran de herifiye.

Tevî ku li Îranê de zêdetir ji 68 madên kangehî bi awayekî berfireh ji kangehan li seranserê Îranê de têne derxistin, lê berpirs û birêveberê wan kangehan ti girîngiyekê bi canê kedkaran nadin û standarada hewce li kangehan nayê parastin , lewma kedkar tevî hejarî û nebûna dahat, dîsan neçar dimîne bo peydakirina pariyek nanê helak li wan kandgehan de kar bike.

Li 13ê Banemera 1396ê de li kangeha “Yort” a Azadşehrê de li bûyereke wiha de 43 kedkaran canêl xwe ji dest dabû ku heta niha jî li vê derheqê de ti berpirsek rastî lêpirsîn an sizakirinê nehatiye.

Niha pitira kangehên Îranê ji aliyê spaha pasdaranm a terorsêt ve têne talankirin û tevî ku ti qazancek bo xelkê nîne, dibe sedema jinavçon û levitîna jîngehê û canjidestdana kedkaran û ew berpirs ti girîngiyek bi canê kedkaran nadin.