Piştî teqîna pêycûr û bêsîm û alavên din ên pêwendîgirtin ên Hizbullahê, spaha pasdaran a terorîst jî bi endamên xwe ragihandiye ku bikaranîna her cure alaveke pêwendîgirtina xwe bisekinînin.
Roja Duşemî 2ê Rezberê, nûçegihaniya “Reuters”ê, ragihand ku berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê gotine ku piştî teqîna pêycêr, bêsîm û alavên din ên pêwendîgirtinê yên Hizbullahê, spaha pasdaran bi endamên xwe ragihandiye ku bikaranîna her cure alaveke pêwendîgirtina xwe bisekinînin.
Herwisa wan berpirên rêjîmê gotine ku spaha pasdaran bi awayekî berfireh mijîlê lêkolîn û lêgerîn li nav alavên pêwendîgirtinên xwe de ne ku ji ewlehbûna wan alxahîn bin û ew alav jî, pitir destşêkirî ne an ji Çîn û Rûsiyê, hatine hawirdekirin.
Spaha pasdaran a terorst ji vê yekê be`eciye ku bi rêya kesên ser bi Îsraîl, hewşêweyê Hizbullahê, rastî teqîna pêycêr, bêsîm û alavên din ên pêwendîgirtinê bê lewma bi endamên xwe ragihandine ku bikarana wan alavan bisekinînin