Qutbûna lipeyhev û demdirêj a berqê li bajarê Selmasê bûye sedem ku piraniya taxên wî bajarî li demjimêrên şevê de li tarîtiyeke tevav de bimînin û welatî rastî gelek pirskirikan hatine û ji rewşê bêzar bûne.
Pêka raporên xwecihî li bajarê Selamsê, qutbûna çendîn demjimêrî û lipeyhev, li şevê û rojê de li bajarê Selmasê, jiyana xelkê wî bajarî rastî pirsgirêkên micid kiriye, karên ticarî, pîşeyî, perwerde, dermanî, karê nav malê, tendirustî û çendîn cure karên din, rastî astengiyên micid hatine û xelk nikare bi sedema qutbûna berqê piraniya karên xwe yên rojane cî bi cî bike.
Herwisa kasibkar û dukandarên wî bajarê tevî ku kirêyeke zêde bo îcareya dukan û bazaran didin, bi sedema qutbûna berqê karê wan jî sekiniye û rastî xisarên malî yên micid hatine.
Qutbûna çend demjimêrî û lipeyhev a berqê, tevî ku çendîn heyv e li ragihandinên xwecîhî û yên din ve têne belavkirin, heta niha rêjîma Îranê bo çareserkirina vê pisrgirêka dijwar a bajarê Selmasê, ti pêngavek hilnegirtine.