Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li kangeha Meidencûyanê de hêj qedera 13 kedkaran nerohn e

11:40 - 24 Îlon 2024

Bi sedema xemsarî û girîngînedana berpirsên kangeha Meidencûyan a Tebesê, hêj qedera 13 kedkaran nexuya ye û berpirsên parêzgeha Xurasanê niha îtiraf dikin ku li tûnela “C” ya kangehê de 13 kedkar mane.

Bi sedema pengurîna gaza mêtan û teqîna vê li kangeha rijî ya Meidencûyan a Tebesê li parêzgeha Xurasanê zêdetir ji 69 kedkar li tûnelên herîfî de man ku pêka dawî axaftinên berpirsê birêvebirîna kirîzan li parêzgeha Xurasanê, hêj 13 kedkar li kûrahiya tûnela “C” de mane.

Gorî dawî amaran pitir ji 40 kedkarî di vê kangehê de canê xwe ji dest dane û hela qedera 13 kedkarên dinê jî nerohne ku egera hindê heye ku ev jî nemabin û çi hiviyek taze bo xelasbûna wan nemaye.

Berpirsên kangehê bas ji kûrahiya 500 metrî ya tunelê dikirin lê niha bas ji mana kedkaran li Kûrahiya 700 metrî ya vê kangehê de tê kirin û berpirsê birêvebirîna kirîzan li parêzgeha Xurasanê gotiye ku gaza mêtan bi qasekî gelek zêde li tûnela “C” ya vê kangehê de penguriye ku derxistina kedkaran dijwartir kiriye lê ew berpirs, ti îşareyek bi nebûna sîstem û alavên derxistina gazê li vê kangehê de nekir ku pêwîstiya herî giring û hestiyar li hemû kangehan li seranserê cêhanê de ye.

Sedema bingehîn a vê bûyerê, pengurîna gaza mêtan û teqîna vê li kangehê de bûye, û gaza mêtan li hemû kangehên rijiyê de heye û li seranserê Cîhanê bi rêya kanalên veguhastina hewa yên taybet, vê gazê ji kangehan derdixin, lê li Îranê de piraniya kangehan ji aliyê spaha pasdaran a terorêîst ve têne birêvebirin û talankirin ku ti giringiyek nadne canê kedkaran.