Êrîşên Îsraîl bo ser Hizbullaha Lubnanê berfireh bûne û Hizbullah jî pêka siyaseta rêjîma Îranê şerxwaziyên xwe didomîne.
Pêka dawî amarên belavbûyî li daweî êrîşa berfireh a Îsraîlê li roja derbasbûyî, pêka çavkaniyên Lubnanê, heta niha bi amara destpêkî, zêdetir ji hezar kes birîndar bûne û zêdetir ji 274 kes jî hatine Kuştin, Hizbullha Lubnanê hevşêweyê Hemasê, cihê niştecîbûna xelkê medenî, wek binke, bargeh, odeyên oprasiyon û kombûnên leşkerî û enbarên cebilxane bi kar tîne û bi awayek, xelkê Lubnanê wek mertal bi kar tîne.
Pêka raporên belavbûyî, kesê Sêyem ê Hizbullahê yê bi navê “Elî Kerekî” yê fermandeyê bereya başûrî ya Hizbullahê li êrîşa esmanî ya bo ser taxa “Hey Mazî” li bajarê Beyrûtî de hatiye kuştin.
Hewrwisa Îsraîlê li 2ê Rezberê de ragihand ku zêdetir ji 800 pêgehên Hizbullahê li başûrê Lubnanê de kirine armanc.
Êsraîlê ragihandiye ku heta li bakûrê Îsraîlê de aramiyê cihgîr neke û xelkê wan deveran li ewlehî û aramiyê de nejîn û li jêr ti gefekê de nemînin, dê wan êrîş û givaşên xwe bo ser Hizbullahê, berdewam bike.
Piştî trajêdiya mirovî ya li 7ê Oktoberê heta niha, Îsraîlê 4 caran bi awayek berfireh, êrîş kiriye ser bajarê Beyrûtê û her carê berpirsên herî payebilnd ên Hizbullahê yên wek “Îbrahîm Eqîl û Fuad Şukur” ji nav birine.