Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Norwêjê, semînareke teşkîlatî bo Berdevkê Hizba Dêmokrat, bi rê ve ço

11:45 - 24 Îlon 2024

Bi armanca agehdarbûn ji pirs û mijarên pêwendîdar bi Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û herwisa helwîst û dîtingehên Hizba Dêmokrat li ser pirs û mijarên siyasî, roja Yekşemî 1ê Rezbera 1403 a Rojî, Komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li welatê Norwêjê, semînareke teşkîlatî bo rêzdar “Xalid Ezîzî”, Berdevkê Hizba Dêmokrat lidar xist.

Li wê semînarê de Berdevkê Hizba Dêmokrat, “Xalid Ezîzî” li axaftinên xwe de tevî îşarekirin bi çendîn mijar û pirsên teşkîlatî û guherin û pêşhatên siyasî li Îraq û Kurdistanê û deverê bi awayekî giştî, helwêst û dîtingehên Hizba Dêmokrat şirove kirin û daxwaz ji endamên Hizba Dêmokrat kir ku li pêxema parastina berjewendiyên pirsa gelê me li Rojhilatê Kurdistanê û Hizba Dêmokrat wek hertim reftarê bikin.

 “Xalid Ezîzî” li beşek din a axaftinên xwe de ku taybet bi 32emîn salvegera terora li Mîkonosê bû, îşare bi rol û bandora rêberiya Şehîd Dr. “Sadiq Şerefkendî” li ser birêvebirina Hizba Dêmokrat kir û herwisa îşare bi erkê endamên Hizba Dêmokrat li kar û tekoşîna Hizbê de kir û got: “Bila em hemû tekoşînê bikin ku qutabiyên emegnas ê vê rêbazê bin ku rêberên me yên Şehîd, li pêxema vê de tekoşîn kirin û heta bo bidestveanîna wan armancên, canê xwe jî fîda kirin.

Berdevkê Hizbê li axaftinên xwe de tevî îşarekirin bi hejmarek pirsên teşkîlatiyên girîng û erkê endaman li pêywendî digel mijarên hestiyar ên teşkîlatî de ragihand ku endamên Hizba Dêmokrat dibe hem li navxweyê Hizbê û hem li asta kesayetî û aliyên siyasî, kultûra dêmokratîka Hizbê berçav bigrin û bi balkêşandin bi vê eslê ku Hizba Dêmokrat hizbeke giştî ye û hemû pêkhateyên civakê li xwe digere, erkê endamên Hizbê ye ku li torên civakî de bi şêwazekê reftar bikin ku sînorên teşkîlatî û prensîpên Hizbî, zêdetir ji caran berçav bigrin.