Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilaata rêjîmê, welatiyekî xelkê bajarê Sehnê binçav kir

11:48 - 24 Îlon 2024

Welatiyekî xelkê bajarê Sehnê ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Sehnê ser bi bajarê Kirmaşanê hate binçavkirin û bo coiheke nexuya hate veguhastin.

Sibêdeha roja Duşemî 2ê Rezbera 1403 a Rojî welatiyekî xelkê bajarê Sehnê yê bi navê “Emîrhusên Heqcûyan” ku xwarziyê “Riza Resayî” şehîdê tevgera “Jin Jiyan Azadî”ye, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li cihê karkirina wî li kemerbendiya bajarê Sehnê de binçav kirin û bo ciheke nexuya vegihastin.

“Riza Resayî”, şehîdê tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê, roja Sêşemî 16ê Cozerdana 1403 a Rojî bi awayekî nihênî li girtîgeha Dizilabad a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de hate bidarvekirin û li jêr givaşa hêzên îtilaata rêjîmê li goristana “Mînabad” a Kirmaşanê bi axê hate spartin û hêzên rêjîmê rêgirî ji birêveçona rêûresma taziya wî şehîdî kirin.