Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 16 kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

01:59 - 25 Îlon 2024

Malnişînkiriyan, kedkaran, ajotvanên taksiyan, karmendên pîşeyî yên neft û gaz û rêya hesinî, zêdetir ji 16 kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de lidar xistin.

Roja Duşemî 2ê Rezbera 1403 a Rojî, malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li bajarê Sine û Kirmaşanê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û nerizayetiya xwe li derheq birêveneçûna çendîn biryarname û ayînnameyan û herwisa esla 44 a yasaya bineretiya rêjîmê û çend mijarên din dane xuya.

Herwisa kedkar û karmendên pîşeyî yên Pêtrokîmiya Erxewan Goster li bajarê Îlamê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Malnişînkiriyên îdareya Muxabiratê li bajêr “Têhran, Reşt û Ehwaz” ê de jî kombûna nerizayetî lidar xistin.

Li vê rojê de zêdetir ji 400 kedkarên kangeha rijî ya Sengê Terze, ajotvanên taksiyên berqî li Têhranê, kedkar û karmendên pîşeyê yên neft û gaza Îranê yên li 2 yekeyên neft û gaza Pars a Kenganê, pêtrokîmiya Mahşehrê, neft û gaza Eselûyê, palavtingeha gaza Fecrê Cem,  şirketa neft a Felatê Qarê li doregeya lawan û 4 yekeyên dorgeya Sîrî, li cihê karên xwe de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa kêmendaman li bajarê Ehwazê, kedkarên îdareya rêya hesinî li bajarê Şahrûdê, xisarpêketiyên maşînan ên Rizayet xodro li bajarê Qezwînê, kombûna nerizayetî lidar xistine.