Hêzên hov ên leşkerî yên rêjîma Îranê li sînorê Newsûdê bi gulleyên saçmeyî 2 kolber birîndar kirin.
Pêka rapora “Kurdpa”yê sibêdeha roja Sêşemî 3ê Rezberê, hêzên hov ên rêjîma Îranê li sînorê Newsûdê, bê agehdarkirina berê û bi gulleyên saçmeyî, bi awayê rasretast teqe li 2 kolberan kirine ku li encam de ew 2 kolber birîndar bûne û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxanê hatine veguhastin
Ajansa Kurdpayê ti îşareyek bi nasnameya wan kolberan nekiriye lê daye zanîn ku li pey zanyariyên zêdetir li vê derheqê de ne.
Pêka rapora Kurdpayê, rewşa wan 2 kolberan li nexweşxaneyê de bi baş hatine ragihandin.