Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li 3ê Rezberê, zêdetir ji 18 kombûnên nerizayteî li Kurdistan û Îranê debi rêve çon

13:15 - 25 Îlon 2024

Malnişînkiriyan, mamostayan, karmendên pîşeyê yên neft û gaza Îranê, karmendên rê, kedkaran, zêdetir ji 18 kombûnên nerizayteî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de lidar xistin.

Roja Sêşemî 3ê Rezberê, malnişînkiriyan li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarê Kirmaşanê, li rûberûyê bînaya sendîqa malnişînkiriyên li bajarê Kirmaşanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa roja pêştir jî malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li bajarên wek Kirmaşan, Sine, Urmiye, Bîcar û merîwanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û herwisa kombûneke hevşêwe ya malnişînkiriyên îdareya mMuxabiratê li bajarê Xuremabadê li Parêzgeha Luristanê de bi rê ve ço.

Herwisa mamostayên taybet bi nêhzeta sewadamîzî li bajarê Têhranê li rûberûyê çeclîsa rêjîmê kombûna nerizayteiyê lidar xistin.

Li vê rojê de kedkarên palavtingehên Gaza Parsê Cinûbî li yekeyên kengan û Eselûyê, kedkarên yeke û enbarên petrokîmiya li bajarê mahşehrê, kedkarên kangeha rêjî ya sengê Tezerê li Simnanê, li cihên karê xwe de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa li bajarên Şahrûd û Miyamiyê de jî hejmarek ji karmendê rê kombûneke nerizayetiyê lidar xistin.