Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 welatiyên xelkê bajarê Mihabadê binçav kirin

12:02 - 4 Îlon 2024

Kurê şehîdeka, şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê û herwisa stranbêjekî xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên dijemirov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Mihabadê de hatine girtin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Sibêdeha roja Sêşemî 13ê Xermananê, “Siyawuş Sultanî” ê kurê Şehîd “Kobra Şêxe” a şehîda şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê li bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên dijemirov ên îtilaata rêjîmê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Herwisa li vê rojê de stranbêjekî Kurd ê bi navê “Omîd Ehmednijad”, temen 35 salî yê xelkê gundê “Qiciyawa”yê ser bi bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên dijemirov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Mihabadê de hate binşavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Hêzên îtilaata rêjîmê bê belgeya yasayî êrîş kirine ser mala wan 2 welatiyên Kurd û ew binçav kirine û li dema binçavkirinê de refrateke tundûtîj û hovane hebûne.

Herwisa li vê rojê de, zarokekî temen 16 salî yê bi navê “Ramyar Ebûbekrî”, yê birayê şehîd “Zanyar Ebûbekrî”, şehîdê şoreşa Jînayê yê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Mihabadê de hate binçavkirin û bav û dayîkê wî jî rastî lêdan û kutana hêzên hov ên îtilaata rêjîmê hatibûn.

Heta belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina “Siyawuş Sultanî û Omîd Ehmedpûr” li berdest nîne.