Di destpêka wê peyamê de hatiye: Hûn li qonaxekê de pê dihawêjne nava saleke nû ya xwendinê û diçin bo zanîngehan û zanisteghan û xwendingehan, ku cîhan, Rojhilata Navîn û navxweyê Îranê, ji qonaxeke aloz re derbas dibe, ku ji vê derbasbûnê de şerê serdestî, aborî û ewlehiya sîstema kevin bi tevavî hildiveşe û ber bi qonaxeke nû ya sîstem û bilokbendiyeke nû ve diçe ku şerê nasnameya netewî û olî, branda serekî ya vê sîstemê ye.
Rêjîma Îslamiya Îranê li Rojhilata Naverast de bi piştevanîkirin li terorîzm, tundajotiya olî, bi rêya hêzên girêdayî bi xwe, dever tûşî şer û malwêraniyê kirine û kuştin û malwêranî, bûye rûkê berçav ê vê deverê.
Li navxwyê Îranê de jî, zêdetirîn tepeseriya sîstematîk li hemû waran ve li dijî netewên ne-fars (bi taybet Kurd û Belûç) û olî (Behayî, Zerdeştî û …hd)li ber xwe girtiye.
Li dirêjiy peyamê de hatiye: Du sal berî niha li serhildana “Jin Jiyan Azadî”yê de ku jinan, ciwanan û xwendekaran pêşemngiya vê tevgera nasnamexwaziyê dikirin, daxwaza azadî, bextewerî û serbestî, diruşma li ser zimanê têkoşerên ser şeqaman bû.
Hu Zanîngehê bikin sengera berxwedan û fîdakariyê bo jiyaneke tejî bextewerî û bi rewşengeriyê, pêşengê civakê bo serîhildan li hember rêjîma axundî bin.