Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 12 kompanî û gemî, li lîstê nû yûn dorpêçên bo ser rêjîma Îranê zêde kirin

11:19 - 26 Îlon 2024

Amerîkayê ragihand ku 12 kompanî û gemiyên ku li veguhastiuna nefta û gaza şil a rêjîma Îranê de bo Sûriyê û rojhilatê Asiyayê de rol hebûne, li lîstê dorpêçan zêde kirine.

Roja Çarşemî 4ê Rezberê, Wezareta Xezînedariya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku “12 kompanî û gemiyên ku li veguhastiuna neft û gaza şil a rêjîma Îranê de bo Sûriyê û rojhilatê Asiyayê de rol hebûne û pêka dorpêçên bo ser rêjîma Îranê ev veguhastin neyasayî bûye û qaçax tê hisabê, li lîstê dorpêçan zêde kirine.”

Pêka rapora Reutersê ew kompanî û nûneratiya wan gemî yan bi spaha pasdaran a terorîst û Hizbullaha Lubnanê bûne ku bûne armanca dorpêçên Amerîkayê.

Pêka rapora Xezînedariya Amerîkayê, 4 gemiyên pêwendîdar bi “Ebdulcelîl Melah” yê gemîraniya Sûriyê, li lîstê dorpçên nû hatine zêdekirin.

Li vê derheqê de “Biredlî Tî Smît” ku yek ji berpirsên wezareta Xezînedariya Amerêka li karûbarê terorîzm û zanyariyên malî de ye, li vê daxuyaniyê de ragihandiye: “Rêjîma Îranê hewcehiyeke gelek zêde bi firotina neyasayî ya neft û gaza şil a xwe bi rêya spaha pasdaran û Hizbullaha Lubnanê ve heye ku bikare bûdceya hewce bo milîsên terorîst ên girêdayî bi xwe dabîn bike.