Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên îtilaata rêjîmê 3 welatiyên xelkê bajarê Bokanê binçav kirin

11:20 - 26 Îlon 2024

Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Bokanê, bê belgeya yasayî, êrîş kirine ser mala 3 welatiyan û ew binçav kirin û bo lêpirsînan bo girtîheke îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê vegihastin.

Pêka rapora Kurdpayê, 3 welatiyên xelkê gundê “Terexê” ser bi bajarê Bokanê yên bi navên “Sirwe Şîrî”, ya temen 22 salî, “Pêyman Şîrî” yê temen 19 salî û “Ferdîn Şîrî” li gundê xwe de ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê yên li bajarê Bokanê, hatine binçavkirin.

Pêka vê reaporê hêzên îtilaata rêjîmê li gundê terexê de bê belgeya yasayî, êrîş kirine ser mala wan welatiyan û ew binçav kirine û bo lêpirsînan bo girtîgeheke îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê, veguihastine

Kurdpayê daye zanîn ku “Sirwe Şîrî û Pêyman Şîrî” xweîşk û birayê hev in û “Ferdîn Şîrî”, kurmamê wan e û heta belavbûna vê nûçeyê, ti tizanyariyek li derheq, sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan 3 ciwanên Kurd li ber dest nîne.