Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nebûna perestaran li hinek parêzgehan de bûye karesat

11:22 - 26 Îlon 2024

berpirsê giştî yê Saziya Nizam Perestariya Îranê ragihand ku bi awayê nêvîncî li Îranê, rêjeya perestaran bo her textekî nexweşxanê, kêmtir ji yek perestarî ye û li hinek parêzgehan, gelek ji vê yekê kêmtir e û bûye karesat.

Roja Çarşemî 4ê Rezberê, “Ehmed Necatiyan” ê berpirsê giştî yê Saziya Nizam Perestariya Îranê ragihand ku kêmbûna perestaran li Îranê gihîştiye astekê ku bo her textekî nexweşan, kêmtir ji yek perestar heye û li parzêgehên wek Xûzistanê ji vê rêjeyê jî gelek kêmtir û nêzî 0.06 ye û ew yek karesat e”.

Herwisa navbirî tevî îşarekirin bi nirxa her demjimêr zêdekariya perestaran bi 30 hezar Tumenî, ragihand ku ew dirafeke gelek kêm e û perestar amade nînin bi vê nirxê karê zêdetir bikin.

Herwisa navbirî îtiraf kir ku bo dabînkirina beşek ji kêmbûna peresdaran, zêdekarî ji perstaran tê daxwazkirin ew yek li halekê de ye nexweşxaneyan, hewcehiyeke gelek micid bi zêdebûna rêjeya perestaran heye.

Zêdekarî û westiyana perestaran bi qasekî zêde ye ku li ser tendirûstî û canê wan dibe gef û rêjîma Îranê jî bi ti awayek amade nîne hiqûqên wan zêde bike û tevî vê rewşa aloz û bi kedeke hinde zêde, li hejariyê de dijîn.