Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafaêl Girûssî: “Êdî zivrandina lêkolerên ajansê yên derxistî ji Îranê, gelek dereng kevtiye”

11:24 - 26 Îlon 2024

Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ragihand ku êdî zivrandina lêkolerên Ajansê yên ku rêjîmê ji Îranê derxistine, gelek dereng kevtiye û mixabin êdî ti îmkanek bo vê nîne ku ev carek din vegerin.

Roja Çarşemî 4ê Rezberê, “Rafaêl Girûssî” yê Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, tevî hemû givaşîn vê Ajansê bo hilveşandina qedexeya çona lêkolerên vê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bo Îranê got: “êdî zivrandina lêkolerên Ajansê yên ku rêjîmê ji Îranê derxistine, gelek dereng kevtiye û mixabin êdî ti îmkanek bo vê yekê nîne

Rafaêl Girûssî li dema derxistina lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, hûşdariyeke micid dabû rêjîma Îranê û ragihandibû ku ew derbeke gelek micid li şiyana Ajansê bo lêkolîn li navendên navkî yên rêjîma Îranê dide.

Herwisa navbirî li derheq çewtekariyên rêjîma Îranê ragihand: “Çend heyvan berî niha rêjîma Îranê ragihand ku mijûlê lêkolîn bo zivirandin û dana derfet bo lêkolerên derxistî yên Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî bo Îranê ne, lê nîha ragihandine ku ti biryarekê li ser zivîrandina dubare ya wan lêkolleran nadin.

Rêjîma Îranê heta niha jî bi serastî bersiva Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî li derheq peydabûna Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya nêzî %84 û navendên neragihandî yên navkî li Îranê, nedaye.