Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandina mûşekên balistîkî ji Îranê bo Rûsiyê, gef li ser Yekîtiya Ewropayê ye

11:27 - 26 Îlon 2024

Berpirsê Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê ragihand ku şandina mûşekên balistîkî ji Îranê bo Rûsiyê, gefeke rasretast li ser Yekîtiya Ewropayê ye.

Cozêp Borêl, Berpirsê Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê li hevdîtin digel wezîrê Derve yê rêjîma Îranê yê bi navê “Ebas Eraqçî” de bi tekezî ragihand ku şandina mûşekên balistîkî ji Îranê bo Rûsiyê, gefeke rasretast li ser Yekîtiya Ewropayê ye û herwisa hewce ye ku rêjîma Îranê binçavkirina xelkê Ewropayê li Îranê de bisekinîne.

Herwisa Cosêp Borêl li vê hevdîtinê de şandina mûşekên balistîkî yên Îranê bo Rûsiyê, bi tundî şermezar kir.

Navbirî bi tekezî li ser metirsiya zêdebûna bizivînên leşkerî û paşhatên wan bo tevahiya deverê, daxwaza pêregihîştin bi vê rewşê kiriye û daxwaz ji rêjîma Îranê kiriye ku bi rêya bandorxistina xwe, rêgirî ji berfirehtirbûna alozî û dijayetiyan li Rojhilata Navîn de bike.

Daxwaza dawî ya Cozêp Borêl ji rêjîma Îranê li halekê de ye ku tevahiya alozî û fitneyên li Rojhilata Navîn bi handan û pîlêanên gemar ên rêjîma Îranê bi rê ve diçin û rêjîma Îranê mezintirîn piştevanê terorîzma navnetewî li cîhanê ye.