Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl şerekî berfireh ê hemû alî, digel Hizbullahê dest pêkiriye

11:29 - 26 Îlon 2024

Tevî ku Amerîka û firanse hewlê didin agirbesteke demkî li navbera Îsraîl û Hizbullahê de çê bikin, Îsraîl bi mûşekbarankirin û bombebarankirina Hizbullahê, şerekî hemû alî dest pêkiriye.

Artêşa Îsraîl ji çendîn salan berî niha ve mijûlê lêkolîn, dariştin û nûjenkirina bernameya xwe bo êrêşeke hemû alî bo ser Hizbullahê bûye û niha ku Hemas li Xezê de rastî şikestê hatiye, Îsraîlê bernameya êrîşa berfireh bo ser Hizbullahê dest pêkiriye.

Herwisa li vê derheqê de Serokwezîrê Îsraîl, “Binyamîn Netanyaho” tevî tekezî li ser vê yekê ku şer digel Hizbullahê berdewam e, rû bi xelkê Lubnanê ragihand: “Şerê me digel ve nîne, belku digel Nesrullah(berpirsê Hizbullahê) ye û dê wî ji nav bibin ev yêke jî bi qazanca we ye ku ji destê Nesrullah rizgar bibin.

Ji aliyê din ve Amerîka û Firanse hewlê didin ku bikarin bi awayekî demkî , şer bisekinînin.

Heta niha piraniya berpirsên payebilind ên Hizbullahê ji aliyê Artêşa Îsraîl hatine jinavbirin lê Elî xamineyî hêj wan milîsan hay dide ku zêdetir şer bikin û bo çewtekarî, îdia dike ku şerê wan li rêya xwedê deye û dê ser bikevin.

Êrîşên esmanî yên Îsraîl bo ser deverên başûrê Lubnanê tundtir û dijwartir bûne û enbarên cebilxane, binkeyên Hizbullahê û milîsên wan li wan êrîşan de dibin armanc û jinav diçin, piraniya welatan daxwaz ji welatiyên xwe kirine ku hindî zû ji Lubnanê derkevin.