Binkeya Naveniya Hizbullahê li bajarê Beyrûtê de bi tundî hate bmberankirin û xelk ji bajarê Beyrûtê derdikeve û egera kuştina Hesen Nesrullah ê serokê Hizbullahê gelek zêde ye.
Pêka dawî raporên belavbûyî binkeya navendî ya Hizbullahê ku jêr bînayên niştecêbûna xelkê medenî yê devera Zahiyê de bûye, bi tundî hatiye bombebarankirin û tevî kuştina çendîn berpirsên payebilind ên Hizbullahê û pasdarekî rêjîma Îranê, egera kuştina Hesen Nesrullah ê serokê Hizbullaha Lubnanê û keça wî li vê bomberanê de gelek zêde ye û li çendîn welatên wek Îran, û Sûriyê de xelkê keyfxweşiya xwe ji kuştina wî terorîêstî dane xuya.
Heta niha Hizbullha Lubnanê ti daxuyaniyek li derheq kuştin an zindîmana Hesen Nesrullah belav nekirine.
Pêka dawî raporan, îsraîlê bombên 2 tonî yên dije çeper bikar anîne ku heta kûrahiya bînayên Hizbullahê jî teqandin e û hejmaerk ji tûnêlên Hizbullahê li jêr bînayên niştecîbûna xelkê medenî li taxa Zahiye ya bajarê Beyrûtê de hatine dîtin ku li encama teqînê de têne xuya.
Heta niha rêjîma Îranê li vê deheqê de ti bertekek wiha ji xwe nîşan nedaye û Elî Xamineyê bi tenê ew êrîşe şermezar kiriye û gotiye ku hevxemê xelkê Lubnanê ye lê li kiryar de heta niha ti karek nekiriye û lewma bi tevavî rêjîmê li nav milîsên girêdayî bixwe de hitbar û rewatiya xwe ji dest daye.
Artêşa Îsraîlê bi xelkê bajarê Beyrûtê ragihgand ku bi tenê armanca wan Hizbullah e û ti pirsgirêkek digel xelkê Lubnanê nînin û daxwaz ji wan kiriye ku ji binkeyên Hizbullahê û herwisa devera Zahiyeyê bi dûr bikevin û ew dever dê careke din bêne bombebaran kirin û cebilxaneya Hizbullahê jî li vê deverê de ye û divê bêne teqandin.