Navenda mafê mirovî li Îranê, tevî belavkirina nûçeya bidarvekirina 5 girtiyan, amarek ji bidarvekirina girtiyan li 6 heyvên detpêkiya îsal belav kirin.
Navenda mafê Mirov li Îranê tevî îşarekirin bi bidarvekirina 5 girtiyan li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Birûcêrd, Zahidan û Kirmaşan” û girtîgeha Qizilhisarê, raporek li ser bidarvekirina zêdetir ji 370 girtiyan li girtîgehên rêjîmê li seranserê Îranê de belav kir.
Ew rapore 12 beşan li xwe digre ku amarên heyvane, navê bidarvekiriyan, jinên bidarvekirî, bidarvekirin li ber çavê xelkê medenî, bidarvekirina kur û keçên temen jêr 18 salî, girtiyên siyasî û çend mijarên din li xwe digre.
Gorî vê amarê , zêdetir ji “55 kes ji xelkê Belûç, 44 kes ji xelkê Kurd, 34 kes ji xelkê Efxanistanê, û kesekî xelkê Îraq”ê jî li xwe girtiye.
Herwisa li vê amarê de hatiye ku rêjîma Îranê li 17ê Gelawêjê de li 2 girtîgehên xwe yên Qizilhisar û navendiya Kerecê de 29 girtî bidarvekirine ku ji çendîn salên derbasbûyî de ew rêjeya, li yek rojê de bêmînak bûye.