Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derketina perestaran li Îranê 2 qat zêdetir bûye

22:38 - 4 Îlon 2024

Bi sedema neşiyana berpirsên rêjîmê bo dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyan û cihê kar ên perestaran, perestar neçar bi destberdan ji kar û lipeyketin bo kareke din an derketin ji Îranê dibin.

Berpirsê saziya nizam pizişkiya rêjîmê “Ehmed Nicatiyan” gotiye: “Ji sala 1400 heta 1402 a Rojî, qasa derkevtina perestaran ji Îranê 2 qat zêde bûye û %20 a kesên li zanîngehên pizîşkî û zanîngehên perestariyê de dixwazin ji Îranê derkevin û ew rêjeyeke gelek mezin e.

Herwisa navbirî gotiye ku divê em ji faza înkarkirinê derkevin û bikevne qona destêverdan li karûbarê derketina perestaran.

Axaftinê wî berpirsê rêjîmê li halekê de ye ku zêdetir ji heyvekê ye ku kombûnên nerizayetî, mangirtin û xwenîşandanên nerizayetî ya perestaran li seranserê Îranê de dest pêkiriye û heta niha jî berdewam e, lê heta niha tevî ku rêjîma Îranê ti daxwaziyeke rewa ya wan perestaran cîbcî nekiriye, berwajî, ew kutane, binçav kirine, siza bi ser wan de sepandine û gefên curbicur li wan xwarine.

Ji aliyê din ve wî berpirsê rêjîmê gotiye ku welatên Alman û Danmark bi keyfxweşiyê ve perestarên Îranê verdigrin û rê bo dana kar bi wan xweş dikin.

Rêjîma Îranê bi cihê dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyan û karê perestaran ku êdî nikarin hewcehiyên despêkiya jiyana xwe jî dabîn bikin û zêdetirîn ked bo tendirustiya xelkê Îranê hene, li pey perdepoşkirina sedem û rastiyên derketina perestan li Îranê ye.