Rêjîma Îranê li devedevê duyemîn salvegera îna bi xwîn a bajarê Zahidanê, ew bajar milîtarîze kir û xlkê Zahidanê li ser şeqaman dirûşmên taybet bi Îna bi xwewîn dane û nerizayetiya xwe, nîşan dan.
Roja Înê 6ê Rezberê, piştî nimêja nîvro li Mizgevta Mekkî ya bajarê Zahidanê, xelkê bi hilgirtina benêr û dana dirûşmên wek “ne lêdibhorin û ne ji bîr dikin” û “Sond bi xwîna hevalan heta dawiyê em dê bisekinin” dan û li demjimêrên şevê de jî bi hilkirina agir li ser şeqaman li çend taxên bajarê Zahidanê de şeqam daxistin.
Rêjîma Îranê li 8ê Rezbera sala 1401 a rojî, bi gulleyên şer kombûna nerizayetitya xelkê Zahidanê ya piştî nimêja nîvro ya roja Înê, bi sedan jin zarok, kal û ciwan dane ber regbaran û pitir ji 100 kesî şehîd kirin û bi sedan kes jî birîndar kirin û hejmareke zêde binçav kirin û ew roj bi “Îna bi xwîn a Zahidanê” hatiye navdêrkirin.
Pêka dawî raporan, rêjîma Îranê hêzên serkutker û ewlehî û întizamî li parêzgehên derdor bo bajarê Zahidanê vegihastine û bajar bi tevahî milîtarîze kirine û roja derbasbûyî kesekî Belûç bi sedema gulleyên wan hêzan hatiye şehîdkirin.
Pîlan û bernameyên rêjîma Îranê bo rêgirî ji kombûn û xwenîşandana xelkê li 6ê Rezberê, rastî şikstê hat û gazîkirin, girtin û gefxwarinên hêzên rêjîmê ji xelkê ku ji çend heftiyan berî niha ve dest pêkiribû, nekarî îradeya xelkê Belûç li Zahidanê de bişkêne