Balafirên Îsraîl binkeyeke leşkerî li Sûriyê ku bi armanca veguihgastina cebilxaneya rêjîma Îranê bo milîsên ser bi vê rêjîmê dihate biakaraîn, kirine armanc û teqandine û pêka amara artêşa rêjîma Sûriyê 5 kes li wê êrîşê de hatine kuştin.
Îsraîlê binkeyek leşkerî li sînorê Sûriye û Lubnanê ku bi armanca veguihgastina cebilxaneya rêjîma Îranê bo milîsên ser bi rêjîma Îranê dihate bikaraîn kirine armanc û teqandine û lê bi serastî rêjeya kuştî û birîndaran li vê êrîşê de nehatiye zanîn.
Li vê derheqê de artêşa rêjîma Sûriyê belav kiriye ku li vê êrîşê de 5 serbazên rêjîma Sûriyê hatine kuştin.
Roja pêştir jî artêşa Îsraîlê ragihandibû ku binkeyeke leşkerî li sînorê Sûriye û Lubnanê ku bo vegihastina cebilxaneyan dihate bikaranîn teqandine.
Pêka gotina berpirekî Lubnanê, li vê êrîşê de pirek ku Sûriyê bi Lubnanê ve girêdida, hatiye teqandin.
Artêşa Îsraîl armanca vê êrîş, rêgirîkirin ji veguhastina cebilxaneya rêjîma îslamiya Îranê bo Hizbullaha Lubnanê daye zanîn û ragihandiye ku ew cure êrîşane bi vê armancê, dê berdewam bin.