Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ti hêz û heta Amerîka jî nikare pêşya serokwezîrê Îsraîl li êrîşkirin bo ser Xezê û Lubnanê û qiraxa Çemê Ordonê bigre.
“Jozêp Borêl” ê Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê li bajarê New Yorkê, li civîneke rojnamevanî de ragihand: “Tevî hemû givaşên me yên dîplomatîk bo sekinandina şer, tê xuya ku ti hêz an aliyek û heta Amerîka jî nikare pêşya Serokwezîrê Îsraîl, Binyamîn Netanyaho bo êrîşkirn li ser deverên Xezê û qiraxa Çemê Ordonê bigire”.
Herwisa navbirî îşare bi vê gotina “Binyamîn Netanyaho” kir ku gotibû: “heta Hizbullah ji nav neçe, em nasekinin”, gotiye hekî hizra Binyamîn Netanyaho ji nemana Hizbullahê, hevşêweyê nemana Hemasê be, dê şereke demdirêj biqewime”.
Li şeva derbasbûyî de binke, bargeh û enbarên cebilxaneya Hizbullahê ji aliyê Îsraîl ve hatine teqendin û demjimêrên pîştir jî li bombaraneke gelek giran li devera Zahiyê ya bajarê Beyrûtê, binkeya navendî ya Hizbullahê û çendîn binayên ser bi Hizbullahê hatine teqandin û qedera Hesen Nesrullah jî hêj bi serastî nehatiye zanîn lê egera kuştina wî, gelek zêde ye.
Herwisa êrîşên esmanî berdewam bûne û sibêdeha îro, devera “Bihemdûn” a bajarê Beyrûtê, û geliyê “Boqa`ê li Lubnanê, berdewam hatin bombebarankirin û binke û enbarên cebilxaneya Hizbullahê hatine teqandin.