Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 sal girtîgeh bi ser welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê de sepand

11:32 - 28 Îlon 2024

Dadgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê, bi tohmeta pêwendî digel Partiyên Dijberî rêjîma Îranê û piropagende li dijî rêjîma Îranê, 2 sal girtîgeh bi ser welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê de sepand.

Pêka rapora Kurdpayê dadgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê, bi serokatiya “Elî Ensarî”, 2 sal girtîgeh bi tohmeta “pêwendî digel yek Partiyên kurdistanî ên opozîsiyona rêjîma Îranê û pirûpagende li dijî nizam”, bi ser welatiyek ê bi navê “Mihemed Resûlpûr”, kurê Mistefa xelkê gundê “Kone Qela”yê ser bi bajarê Şinoyê de sepand û ev sizaya li çend rojên derbasbûyî de bi navbirî hatiye ragihandin.

Pêka rapora Kurdpayê, hêzên ewlehî yên rêjîmê bê belgeya yasayî li roja Sêşemî 12ê Pûşpera 1403, êrîş kirbûne ser mala wî welatiyê Kurd li gundê Kone Qelayê û navbirî binçav kiribûn.

Ew welatiyê Kurd piştî dawîhatina lêpirsînan, li roja Yekşemî 24ê Pûşpera 1403 a Rojî, bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî, bi awayê demkî ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê, hatibû azadkirin.