Berpirsên rêjîma Îranê bi awayekî tirsinokane, li derheq êrîşên Îsraîl bo ser Hizbullahê bertek ji xwe nîşan dan.
Li berteka êrîşa dijwar a Îsraîl bo ber binke û navenda bingehîn a Hizbullahê li bajarê Beyrûtê, balyozxaneya rêjîma Îranê li wî bajarî de bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de nivîsandiye ku êrîşa Îsraîl bo ser derdora başûrê Beyrûtê, nîşanderê guherîneke metrirsîdar a şêwaza lîstokê ye”.
Herwisa vê balyozxaneya rêjîmê tevî gefxwarina tolhildanê! Êw êrîşe şermezar kir.
Rêjîma Îranê daxwaza kombûneke lezgîn a neasayî ya saziya hevkariya îslamî kir, herwisa “Mesûd pizîşkiyan” ê serkomarê rêjîmê ew êrîşe şermezar kir û ew bi cinayeta şer binav kir û got em li pey vê mijarê kevtine!
Herwisa pasdar Mihemedbaqirê Qalêîbaf ê serokê meclîsa rêjîmê jî soza bersiveke tund a milêsên ser bi vê rêjîmê bi vê êrîşa Îsraîlê da.
Pasdarê terorîst Muhsin Rizayî yê endamê kora diyrîkirina berjewendiya rêjîmê jî gotiye ku Netanyaho nayê sekinandin û piştî Lubnan, Demişq û Bexdayê renge êrîşê bike ser Îranê û hewceye ew welatane bi lezgînî biryarê li ser vê yekê bidin.
Herwisa Elî Xamineyê jî gotibû ku em vê êrîşê şermezar dikin û hevxemê Hizbullahê ne.
Ji dirûşmên tundajo û egera tolhildana bi derngkevtî ya rêjîma Îranê ti nayê xuya û vê rêjîmê, careke din bi xelkê cîhanê dane xuya ku armanca rêjîma Îranê, kawilkarî û bi kuştindana xelkê bi rêya milîsên ser bi vê rêjîmê ye ku wek alav têne bikaranîn.